Tirkiye jî helwesta xwe li hember Rûsyeyê diguhere

Tirkiye jî pişt li Rûsye kir û asmanê xwe bo Rûsyeyê dadixe.
کوردستان TV
100%

Vê asmanê xwe bo balefirên Rûsî daxe.

Piştî ku welatên Ewrûpî bi temamê asmanê welatê xwe bo balefirên Rûsî daxistin, hikûmeta Tirkiyeyê jî helwesta xwe li hember Rûsyeyê guhert.

Tirkiye ku heta duhê qala şerê nedikir û pevya şer bikar nedianî, ji duhê ve siyaseta xwe guhertiye.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê bi şev wezîrê derve yê Tirkiyeyê diyar kiriye vê rêkeftina Montroyê cîhbicîh bike û rê nede keştiyên cengî yên Rûsyeyê di nava rêyên avî yên Tirkiyeyê de hatûçû bikin.

Herwiha hate zanîn ku Tirkiye jî biryar daye daku asmanê xwe bo balefirên Rûsî daxe û rê nede balefirên Rûsî hatûçû bikin.

Ev di demekê deye ku Tirkiye hevpeymanê sereke yê abûrî û bazirganî yê Rûsyeyê bû û li Sûriye, Lîbya, Qefqasiya û Balkan gelek berejwendiyên wan yên hevbeş hebûn.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.