Dozgereke Tirk bi tawana sîxorî kirinê hate girtin

ev dozgerê girtî li gel kompaniyek kar kiriye ku sîxorî bo Îranê kiriye û bo xwe jî sîxor bûye.
کوردستان TV
100%

Bo rejîma Îran li Tirkiyeyê sîxorî kiriye.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê dozgereke giştî ya Tirkiyeyê bi navê Dawûd Yilmaz jiber sîxorî kirinê bo rejîma Îranê ji aliyê hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê ve hatiye girtin.

Dawûd Yilmaz beriya niha jiber ku ferman bi kesek kiriye daku parêzereka jin bi navê Nûr Peker bikuje, bibû rojeva çapemeniya Tirkiyeyê.

Piştî vê bûyerê derket ku ev dozger li gel kompaniyeke Tirkî bi navê Saglem ku karê revandin û kuştina kesên dijberî rejîma Îranê  kar kiriye û di nava tîmeke sîxorî kirinê bo Îranê de weke sîxoreke çalak kar kiriye.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.