Zelenskiy daxwaza Amerîkayê red kir

Serokê Ukraynayê dibêje hevkariyên hevpeymanên me di rê dene.
کوردستان TV
100%

Ji Amerîkayê re gotiye dernakevim û pêdiviya me bi cebelxaneyê heye.

Ajansa nûçeyan ya Associated Press li ser zarê çavkaniyên hayedar belav kir ku, rayedarên Amerîkî di peywendiyeke telefûnî de ji Serokê Ukraynayê Zelenskiy xwestiye ku, ji Ukraynayê derkeve lê Zelenskiy bersifeke din daye Amerîkayê.

AP belav kir ku Zelenskiy ji rayedarên Amerîkî re gotiye, şer liwire, em jî liwirin û berevaniyê dikin û der nakevin, pêdiviya me bi cebelxaneyan heye û hun eger dixwazin hevkariya me bikin, çek û cebelxane bo me bişînin.

Ji aliyeke din ve îro şemî Serokê Ukraynayê ragihand ku hevkariyên welatên cîhanî yên leşkerî bo Ukraynayê di rê dene û hevpeymaniyeke mezin ya cîhanî dijî Rûsyeyê hatiye avakirin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.