Nêzî 3 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin.
Wezareta berevanî ya Ukraynayê belav kir ku, di nava sê rojên derbasbûyî yên şer de karîne derbên gelek dijwar li artêşa Rûsyeyê bidin.
Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Ukraynayê, di nava wan sê rojan de 2 hezar û 800 leşkerên Rûsî hatine kuştin, 10 balefir û 7 kopterên Rûsî jî hatine xistin.
Herwiha artêşa Ukraynayê 516 zirepuşên Rûsî, 80 tank û 20 sekoyên gerok yên avêtina mûşekan jî hatine ji nav birin.
Ji aliyeke din ve îro danê sibê artêşa Ukraynayê balefireke dorne ya Rûsyeyê xistiye xwarê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin