Amerîka: Egera ketina Kiyvê heye

artêşa Rûsyeyê êrîşên xwe didomîne û artêşa Ukraynayê jî berdewame li ser pûç kirina êrîşan.
کوردستان TV
100%

Dibêje hêzên Rûsî ber bi Kiyvê ve pêşrewî dikin.

Koşka Spî ya Amerîkayê ragihand ku hêzên Rûsî berdewamin di pêşrewiya xwe ya ber bi Kiyvê ve lewre fikar hene, ku di demeke nêz de Kiyvê bikeve destê Rûsyeyê.

Koşka Spî herwiha diyar kiriye ku Rûsye bo guhertina desthilatê li Ukraynayê bi giranî êrîşî ser Kiyvê dike.

Ji aliyeke din ve artêşa Ukraynayê jî diyar kiriye ku di nava cadeya sereke ya Kiyvê de kariye pêgeheke leşkerî ya artêşa Rûsyeyê ji nav bibe.

Weke tê zanîn roja pêncşemê artêşa Rûsyeyê bi fermana Putin dest bi êrîşên xwe yên dijî Ukraynayê kiribû.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.