Ukrayna: 50 leşkerên Rûsî hatine kuştin

Ukrayna daxwaz ji Tirkiyeyê dike madeya 9an ya rêkeftina Montro bixe meriyetê û rêkeftinê hilweşîne.
کوردستان TV
100%

Ukrayna daxwazek jî pêşkêşî Tirkiyeyê kir.

Îro danê sibê şerênavbera Ukrayna û Rûsyeyê destpê kir û Rûsye bi mûşek û balefirên dest bi êrîşan kir.

Kêliyek beriya niha wezareta berevanî ya Ukraynayê belav kiriye ku hêzên wan karîne herî kêm 50 leşkerên Rûsî bikujin û 6 balefir û koptereke şer ya Rûsî jî bixin erdê. Lê Rûsye vê daxuyaniya han red dike.

Ji aliyeke din ve balyozê Ukraynayê yê li Tirkiyeyê Vasyl Bodnar daxwaz ji Tirkiyeyê dike daku madeya 9an ya rêkeftinnameya Montro ya di navbera Rûsye û Tirkiyeyê de bixe meriyetê û rêkeftinê hilweşîne.

Herwiha Tirkiye yek ji wan welatane ku jiber şerê han rastî kêşeyên gelek mezin dibe û di roja yekem ya şer de, buhayê dolar li hember lîreya Tirkî dîsa bilind bû û niha her dolareke Amerîkî bi 14.21 lîre û her euro jî bi 16 lîreyan tê firotin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.