Scholz: Îro bo Ewrupa rojeke tarî ye

Rûsye îro danê sibê dest bi êrîşên xwe dijî Ukraynayê kir.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, êrîşa Rûsya ya dijî Ukrayna şermezar kir.

Scholz da zanîn ku Rûsya bi awyekî eşkere hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.

Scholz got: Îro bo Ukrayna rojeke xirab û bo Ewrupa rojeke tiptarî ye.

Wî da zanîn ku ew serê sibê bi Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky re axifiye û ji wî re dîyar kiriye ku ew ligel Ukrayna ne.

Serokwezîrê Almanya dîyar kir ku ewê NATO, Yekîtîya Ewrupa (YE) û G7 ser bersîva dijî Rûsya danûstandinê bikin.

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock jî bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku ew tevgera leşkerî ya dijî Ukrayna şermezar dikin.

Baerbock got Rûsya hiqûqa sereke ya sîstema navneteweyî binpê dike û da zanîn ku ew ligel Ukrayna ne.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.