Buhayê dolarê bilind bû, borseya Rûsyayê jî hate daxistin.

buhayê lîreya Tirkî û robla Rûsî jî daketin û borseya Rûsyeyê hate daxistin.
کوردستان TV
100%

Jiber şerê Ukraynayê lîreya Tirkiyeyê jî daket.

Jiber şerê Rûsyeyê yê li dijî Ukraynayê, îro li bazarên cîhanî her bermîlek petrol gehêşte 102 dolar ku ev bilndtirîn buhaya petrolê ye di nava 6 salên derbasbûyî de.

Ji aliyeke din ve jiber daketina pişkên kompaniyên mezin yên Rûsî, îro biryara daxistina borseya Rûsyeyê bo demeke nediyar hate dayîn.

Herwiha jiber şerê han lîreya Tirkiyeyê jî li hember dolara Amerîkayê daketin tomar kir û vê kêliyan buhayê dolar li hember lîreyê nêzî 14 lîreyan e.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.