Amerîka: Em berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Ukraynayê

welatên Rojavayî dibêjin berdewam dibin li ser piştîvanî kirina Ukraynayê û cezayên dijwar li ser Rûsyeyê disepînin.
کوردستان TV
100%

Îro danê sibê Rûsye dest bi êrîşên xwe dijî Ukraynayê kir.

Piştî destpê kirina êrîşên esmanî yên Rûsyeyê li dijî Ukraynayê, Serokê Amerîkayê bilez peywendiyeke telefûnî li gel Serokê Ukraynayê pêk anî.

Serokê Amerîkayê di peywendiya han ya telefûnî de tekez li ser vê yekê kiriye ku Amerîka li hember êrîşên Rûsyeyê bêdeng nabe û piştîvaniyên xwe yên bo Ukrynayê bidomîne.

Serokê Amerîkayê diyar kiriye ku vê Amerîka dorpêçên dijwartir yên abûrî li ser Rûsyeyê deyne.

Ji aliyeke din ve Almanya, Brîtanya û Franse jî bi heman awayî piştîvaniya xwe bo Ukraynayê diyar kirine û ragihandine ku vê cezayên gelek dijwar li ser Rûsyeyê bisepînin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.