Civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.
Îro civata wezîran ya hikûmeta Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û Serokwezîr piştî civînê derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;
Îro çarşem 23ê Sibata 2022an bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad Talebanî, me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.
Di destpêka civînê de me bi awayeke kurt behsa serdana şanda hikûmeta herêma Kurdistanê ya bi Serokatiya Serokwezîr bo Qeter û beşdarî kirin di konferansa asayîşa Munichê de kir û balkêşande ser vê yekê ku di nava tevahiya hevdîtin û civînan de, me helwesta herêma Kurdistanê ya derbarê babetên têkildar eşkere k ir û tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê faktereke girîng ya asayîş û aramiyê ye li deverê de.
Di berdewmiya civînê de, civata wezîran giftûgo li ser biryara dadgeha federal ya roja 15ê Sibata 2022an ya taybet bi petrol û gaza herêma Kurdistanê kir, piştî nîqaşeke berfire û pir alî ya biryara han, civata wezîran biryara dadgehê bi biryareke derqanûnî û nadadmend wesif kir û tekez li ser vê yekê kir ku, herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser hewlên xwe yên bo berevanî kirin û parastina maf û desthilatên xwe yên destûrî bi awayek ku di nava destûra bingehîn ya Îraqê de hatine bicîhkirin û destûr jî di sala 2005an de ji aliyê piraniya xelkê Îraqê ve hatiye pejrandin.
Di heman demê de hikûmeta herêmê helwesta xwe ya neguhrertî dubare kir bo berdewam bûn li ser kar kirina hevbeş li gel hikûmeta federalî bo gehêştin bi rêkeftin li ser çawetiya çareser kirina ev mijara han.
Di mijara dawî ya civînê de civata wezîran bernivîsa rojjimêra çandinî ya li herêma Kurdistanê pejrand ku ji aliyê wezîra çandinî û çavkaniyên avê Bêger Talebanî ve hatibû pêşkêşkirin.
Her di heman civînê de me hevxemiya xwe bo Serokê dîwana Serokatiya civata wezîran birêz Omîd Sebah jiber koça dawî ya meta wî, diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin