Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken civîna bi hemtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re betal kiriye.
Blinken û Lavrov dê roja Pêncşemê biciviyana, lê jiber ku Rûsya du herêmên li rojhilata Ukrayna wek welatên serbixwe nas kir, rewş guherî.
Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken da zanîn ku wî bi Lavrov re bi şertê ku Rûsya, Ukraynayê dagir neke kombûn pejirandiye.
Blinken piştî li Washingtonê bi hemtayê xwe yê Ukraynayî Dmytro Kuleba re civiya, di preskonferanseke hevbeş de ser kombûna bi Lavrov re peyivî.
Wî diyar kir ku Rûsya dîplomasî bi temamî red kiriye, dagirtinê destpê kiriye û da zanîn ku di vê rewşê de hevdîtinekê bi Lavrov re bêwate ye.
Wezîrê Amerîkî da zanîn ku ger helwesta Moskowê biguhere ew hîn jî bo dîplomasiyê hazir in û got bo ew rê li ber êrîşa dijî Kîevê bigirin çi ji dest wan were ewê bikin.
Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin