Duhê bişev jî Îsraîl Başûrê Sûriyeyê bordiman kiriye.
Li gor çapemeniya rejîma Sûriyeyê duhê bişev artêşa Îsraîlê, êrîşî ser çend navçeyên parêzgeha Quneytre ya li Başûrê Sûriyeyê kiriye.
Çapemeniya rejîmê diyar kiriye ku artêşa Îsraîlê bi mûşekên zemîn bi zemîn êrîş pêk aniye.
Parêzgeha Quneytre cîheke steratejîke ku têde ji bilî leşkerên rejîmê hevdem navendên leşkerî yên çend komên terorîst, hizbulah û çekdarên ser bi Îranê jî hene.
Heta niha derbarê zirarên êrîşê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin