Îspanya daxwaza hêlbirînê li Kurdistanê de dike

kompaniyên Îspanî dixwazên di warê hêlbirîna elektirîkê li Kurdistanê de kar bikin.
کوردستان TV
100%

Şandeke Îspanî li Hewlêrê ye û li gel rayedaran dicive.

Wezareta lektirîkê ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku îro şandeke Îspanî bi Serokatiya balyozê Îspanyayê yê li Îraqê  Pedro Martinez serdana wezareta elektirîkê ya hikûmeta Kurdistanê kiriye û li gel wezîr û rayedarên din yên wezaretê civiyaye.

Di civînan de şanda Îspanî behsa xwesteka kompaniyên Îspanî bo hêlbirînê li Kurdistanê de bi taybetî di warê hêlbirîn elektirîkê de kiriye.

Her di heman civînê de wezareta elektirîkê jî amadebûna xwe bo kar kirin li gel kompaniyên Îspanî diyar kiriye û ragihandiye ku amadeye her cure karasaniyek bo kompaniyên Îspanî bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.