Tirimbîlê welatiyan dizî bû.
Polîsê Hewlêrê ragihand ku hêzên wan karîne tîmeke 5 kesî ya dizîna tirimbîlên xelkê binçav bikin.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya polîsê Hewlêrê, piştî ku xwedanên çend tirimbîlan li cem wan doz vekirine û qala dizîna tirimbîlên xwe kirine, hêzên polîs jî dest bi lêkolîn kirin li ser bûyeran kirine û di encama lêkolînan de karîne dizan destnîşan bikin û bo girtina wan jî îzna qanûnî ji dadwer bistînin.
Polîsê Hewlêrê eşkere kiriye ku hêzên wan di encama operasiyonan de karîne tîmeke 5 kesî ku tirimbîlên welatiyan diziye binçav bike û niha dosyeya wan dizan amadeye vê bo darizandinê radestî dadgehê werin kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin