Duhê jî di navbera her du aliyan de rêkeftinek hatibû îmzekirin.
Îro li Hewlêrê Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xweşnav pêşwaziya parêzgarê Urmiyeyê Muhemed Sadiq Muetemêdiyan kir.
Di civînê de her du aliyan behsa liv û tevgerên bazirganî yên di navbera Hewlêr û Urmiyeyê û rewşa deriyê sînorî ya Hac Omeranê kirin û anîn ziman ku piştî hatine Koronayê û kêm bûna liv û tevgerên bazirganî li deverê de, dîsa liv û tevgerên bazirganî yên di navbera her du aliyan de, di wan demên dawî de zêde bûne.
Xweşnav û Muetemêdiyan herwiha tekez li ser amadebûna her du aliyan bo zêdetir kirina tevgerên bazirganî li deverê de kirin.
Di beşeke din ya civînê de behsa ev rêketina bazirganî yaku duhê li Hac Omeranê di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin