Li bajarê Ponî yê Burkîna Faso, di madenekî zêr de teqînek pêkhat û 60 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor nûçeyeke basnewsê li gundê Gbomblora ya ser bi bajarê Poni ya li başûrê rojavayê Burkina Faso, di madenekî zêr de teqînek pêkhat û li gor rayedarên xwecihî di wê teqîna mezin de 60 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûne. Rayedarê bajêr Antoine Douamba jî ragehand, sedemê teqînê carê nayê zanîn.
Tê gotin dibe ku sedemê teqînê, madeyên kîmyasal ên ji bo zêr tên bikaranîn bibe sedem.
Welatê Burkîna Faso li parzemîna Afrîqayê 5emîn welate û di sektora zêr de zêdetirî milyonek û nîv mirov di wê sektorê de kar dikin. Herwaha ji şîrketên navnetewî yên madenên zêr de kar dikin li wî welatî bê çavdêrî ne û bi sedan madenên biçûk ên derveyî zagonan jî tên bikaranîn hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin