Hewlêr û Urmiye rêkeftineke bezirganî îmze kirin

waliyê Urmiyeyê serdana Hewlêrê jî dike û çend rojek li Hewlêrê dimîne.
کوردستان TV
100%

Civînek di navbera parêzgarê Urmiye û Hewlêrê li Hac Omeranê hatiye lidarixstin.

Li gor daxuyaniya walîtiya Hewlêrê îro li deriyê sînorî yê Hac Omeranê, Cîgirê waliyê Hewlêrê Hêmin Qadir li gel waliyê Urmiyeyê Mihemed Sadiq Muetemêdiyan civiyaye.

Di civînê de ku hijmarek rayedarên herêma Kurdistanê û Konsulusê Îranê jî têde beşdar bûne, di navbera her du parêzgehan de rêkeftineke bazirganî hatiye îmzekirin.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku biryare îro piştî civîna han, waliyê Urmiyeyê li gel şanda pê re serdana Hewlêrê bike û du rojan li Hewlêrê bimîne.

Armanc ji rêkeftin û serdanên han baştir kirina liv û tevgerên bazirganî di navbera Urmiye û Hewlêrê deye.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.