Vê beşdarî di lîstokeke fotbolê bikin.
Îro li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnav pêşwaziya her du lîstikvanên navdar yên fotbolê Roberto Carlost û Patrich Kiloiphar kir.
Ev her du werişvanên han yên ku li ser vexwandina kompaniyayeke Kurdistanî hatine Kurdistanê, vê li Hewlêrê li gel çend tîmên din bilîzin û beşdarî di lîstokeke hevpar de bikin.
Herwiha ev her du lîstokvanên navdar spasiya pêşwaziya gerim ya Waliyê Hewlêrê kirin û kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe ya bo Kurdistanê diyar kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin