Olempiyadên zivistanê bi dawî dibin

ji 91 welatên cîhanê nêzî 3 hezar werzişvan beşdar bûne.
کوردستان TV
100%

Olempiyada îsal li Çînê hatibû organîzekirin.

Paytexta Çînê, Pekînê, roja Yekşemê xetîra xwe ya Olempîkê vemirand, wekî nîşanekê jibo dawîhatina Lîstikên Zivistanê yê olempiyadan.

Di Olempiyadên ku li jêr qeyd û bendên tund yên COVID-19 hatin kirin de, gelek bûyerên balkêş derketin holê, di nav de skandala bikaranîna madeyên qedexe ji alîyê lîstikvana şemitîna ser qeşayê ya Rûs Kamila Valieva.

Li gor nûçeyeke voayê Serokê Çînê Xi Jinping li merasîmekê li lîstikgeha Bird's Nest beşdar bû, cihê ku serokê Komîteya Olîmpîk ya Navnetewî Thomas Bach bi fermî dawîbûna Olempiyadên 2022’an ragihand.

Di warê medalîyên zêr de, Norwêc di rêza yekê de bi 16 medalîyan hat. Piştre Almanya bi 12 medaliyên zêr hat. Di rêza sêyem de Çîn bi neh medalîyan cih girt. Amerîka di rêza çaran de bi 8 medalîyan hat.

Olempiyadên Zivistanê ji 4 heta 20’ê Sibatê dirêj kir, tê de 2,871 werzîşvan ji 91 welatan beşdar bûn.

Spor

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.