Biden û Putin li ser civîneke hevbeş lihev kirin

Koşka Spî dibêje eger Rûsye êrîşî ser Ukraynayê bike, vê demê civîna hevbeş ya Biden û Putin tê hilweşandin.
کوردستان TV
100%

Eger Rûsye êrîş bike ser Ukraynayê civînê nayê kirin.

Piştî peywendiya telefûnî ya Serokê Franseyê Emmanuel Macron ya li gel Serokê Rûsyeyê, Macron diyar kir  ku, Biden û Putin lihev kirine ku civîneke hevbeş taybet bi qirîza Ukraynyê lidar bixin.

Piştî daxuyaniya Macron Koşka Spî jî ragihand ku raste Biden û Putin lihev kirine daku li ser nirxandina rewşa Ukraynayê civîneke hevbeş lidar bixin lê eger Rûsye êrîşî ser Ukraynayê bike, ev civînê vê neyê lidarxistin.

Weke tê zanîn e zêdetir ji 2 mehe aloziyên navbera Ukrayna û Rûsyeyê zêdetir bûn û tê gotin ku Rûsye bo dagîr kirina Ukraynayê amadekariyên pêwîst kiriye.

Rûsye dibêje nabe Ukrayna bibe endamê NATO yê jiber ku ev yek metirsiyeke mezine li ser asayîşa nîştimaniya Rûsyeyê, li NATO û welatên Rojavayê li ser wergirtina Ukraynayê weke endamê NATO yê biîsrain.

Duhê jî Serokê Ukraynayê gotibû ku bila ti welat minetan li ser me neke jiber ku Ukranya bo ewlekariya Ewrûpayê bûye qelxan.

 

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.