Terorîstek radestî antî terora Îraqê hate kirin

ev terorîst sala 2021an ji aliyê hêzên antî teror yên Kurdistanê ve hatibû girtin.
کوردستان TV
100%

Ev terorîst sala 2021an li Kurdistanê hatiye girtin.

Navenda antî terorê ya li Kurdistanê belav kir ku, terorîstekî DIŞIê yê bi navê Ehmed Îbrahîm Ehmed Cedîe yê ku sala 2021an ji aliyê hêzên antî terorê yên Kurdistanê ve hatibû girtin, radestî hêzên Îraqî hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev terorîst endamên DIŞIê bûye, sala 2021an hatiye girtin û jiber ku ji aliyê hêz û dadgeha Îraqê ve jî hatiye xwestin, piştî lêkolîn û lêpirsînan jê, radestî navenda antîterora Îraqê hatiye kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.