Tirkiye li Efrînê bo terorîstan xaniyan çê dike

artêş û hikûmeta Tirkiyeyêli Efrînê komelgeheke 400 xanî bo terorîstan çê dikin.
کوردستان TV
100%

Xanî bo cîhadiyên terorîst li Efrînê têne çêkirin.

Li gor zaniyariyên ku ji jêderên li Efrînê dest ketine, hikûmet û artêşa Tirkiyeyê dest bi cîhbicîh kirina projeyên hevbeş  yên guhertina demografiya Efrînê kirine.

Jêder behsa vê yekê dikin ku artêş û hikûmeta Tirkiyeyê cara herî dawî bilez dest bi çê kirina komelgeheke nîştecîhbûnê kirine.

Ev komelgeh ku ji 400 xaniyan pêk hatiye vê li ser rêya navbera Şera û Cemo tê avakirin.

Xaniyên ku tên çêkirin bo endamên komên cîhadî yên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê ne.

Weke tê zanîn piştî dagîr kirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û terorîstan ve, prosesa guhertina demografiya bajarê jî destpê kiriye û hîn jî didome.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.