Îran: Em amadene girtiyan li gel Amerîkayê biguherin

Îran dibêje nabe mijara welatiyên girtî bibe beşek ji danûstandinên ser bernameya etomî.
کوردستان TV
100%

Dibêje Amerîka bo lihev veguhertina girtiyan ne amadeye.

Wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan ragihand ku îro bo lihev veguhertina welatiyên girtî li gel Amerîkayê amadeye.

Husên Emîr Ebdulahiyan eşkere kiriye ku Îran amadeye ji derveya danûstandinên bernameya etomî, welatiyên girtî yên Amerîkî yên li Îranê radestî Amerîkayê bike û lazime Amerîka jî welatiyên girtî yên Îranî radest bike.

Nav hatî diyar kiriye ku Amerîka bo vê yekê ne amadeye û dibêje lihev veguhertina girtiyan jî girêdayî rêkeftina bernameya etomiye.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.