Putin fermana tetbîqateke mezin ya leşkerî da

hêzeke Rûsî ya metirsîdar jî di tetbîqatê de beşdare.
کوردستان TV
100%

Hêzeke metirsîdar ya Rûsyeyê jî di tetbîqatê de beşdare.

Li gor çapemeniya Cîhanî, Serokê Rûsyeyê Wladimir Putin, piştî civîna xwe ya li gel konseya ewlekarî ya Rûsyeyê, rixmî ku fermana destpê kirina prosesa perwerdehiya leşkerên yedek daye, hevdem ferman bi artêşa Rûsî kiriye dest bi tetbîqateke mezin ya leşkerî bike.

Di fermannameya Putin de hatiye ku lazime hêza sêgoşeya etomî ya Rûsî yaku bi Nuclear Triad tê nasîn di tetbîqatê de beşdar be.

Piştî fermana Putin, Almanya jî daxwaz ji welatiyên xwe kiriye daku bilez ji Ukraynayê derkevin.

Ji aliyeke din ve ev çend roje di navbera artêşa Ukrayna û hêzên serxwebûn xwaz yên li Rojhilatê Ukraynayê de şer û pevçûn hene û Serokê Amerîkayê jî dibêje ku Putin bo dagîr kirina Ukraynayê li pey hencetan digere û vê di demeke nêz de Ukrayna dagîr bike.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.