Amarên nû yên Koronayê hatin belav kirin

heta niha li Kurdistanê bi giştî zêdetir ji 7 hezar kesan canê xwe ji dest daye.
کوردستان TV
100%

6 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatan de li seraserê Kurdistanê 386 kesên din bi Koronayê ketine ku piraniya wan li Dihukê ne.

Wezaretê eşkere kiriye ku di nava heman demê de 552 berketiyên berê jî baş bûne û 6 berketî jî canê xwe ji dest dane.

Heta niha li Kurdistanê bi giştî 426  hezar û 891 kes bi Koronayê ketine û 7 hezar û 341 kes jî canê xwe ji dest dane.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.