Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê dike

Nêçîrvan Barzanî û Nils Shimid behsa prosesa demokratîze kirina Îraqê kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel şandeke komîteya têkiliyên derve ya parlementoya Almanyayê civiya.

Di roja duyem ya konferansa ewlekariya Munichê de, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Peyvdarê komîteya têkiliyên derve ya parlementoya Almanyayê Nils Shimid civiya.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasiya Îraqê, mijara koçberiyê û rewşa Koçberên ser sînorên Belarûs, gefên teror û dirêj kirina dema pîwerdariya leşkerên Almanî li Îraqê hate kirin.

Her di heman civînê de jiber hevkariya Koçberan û dirêj kirina dema pîwerdariya leşkerên Almanî li Îraqê, Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanya û welatên dost yên li Ewrûpayê kir.

Derbarê rewşa awareyên Êzidî de jî Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, eger rêkeftina Şingalê were cîhbicîhkirin vê demê rewşa deverê jî aram dibe û aware jî dikarin vegerin cîhên xwe.

Di berdewamiya civînê de behsa proses demokratîze kirina Îraqê û bihêztir kirina dezgehên Kurdistan û Îraqê hate kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku Almanya û welatên dost dikarin hevkariya Îraq û Kurdistanê bikin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.