Serok Barzanî li gel şandeke partiya komonîst ya Îraqê civiya

Serok Barzanî û Raêd Fehmî behsa bandora biryarên dadgeha fedralî li ser rewşa Îraqê kirin.
کوردستان TV
100%

 

Ev şand bi Serokatiya Sekreterê partiya komonîst serdana Kurdistanê kiriye.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel şandeke partiya komonîst ya Îraqê bi Serokatiya Sekreterê partiya han Raêd Fehmî civiya.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasiya Îraqê, prosesa siyasiya Îraqê û pêşhatên heyî hate kirin.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser biryarên dedgeha fedralî û bandora biryarên han li ser rewşa giştî ya Îraqê hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.