Rewşa abûriya Tirkiyeyê her diçe aloztir dibe

qirîza abûrî ya li Tirkiyeyê berdewame û bandoreke nerênî li ser jiyana xelkê kiriye.
کوردستان TV
100%

Xelk bo naneke erzan bi seatan radiweste.

Qirîza abûrî, giranî û bêkarî li Tirkiyeyê her diçe girantir û dijwartir dibe.

Di vê çarçoveyê de giraniya buhaya elektirîk, sotemenî û gazê jî bandoreke gelek nerênî li ser jiyana xelkê kiriye.

Li gor nûçeyek rojnameya birgun, li seraserê Tirkiyeyê welatî bo ku bikaribin nanek anjî du nanên erzan bidest bixin neçarin çend seatan li ber deriyên firinan di sirêde bimênin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku niha li Tirkiyeyê bi miliyonan kes mihtacî hevkariyên sosiyalin û li hember de jî gendelî û bertîl gehêştiye zirveyê.

Ev rewşa han di demekê deye ku Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje abûriya Tirkiyeyê yek ji wan 10 abûriyên bihêz yên cîhanê ye, lê xelkê welatê wî, bawer bi wan gotinan nakin û dibêje rewşa jiyana me li ber çave û em nikarin nanek bikirin.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.