Liv û tevgerên leşkerî li Rojhilatê Ukraynayê zêde bûn

duhê bişev jî li Donteskê teqîneke mezin çê bibû.
کوردستان TV
100%

Xelkê medenî ji deverê tê derxistin.

Aloziyên navbera Rûsye û Ukraynayê didomin û her du alî amadekariyên xwe yên şer kirine.

Di vê çarçoveyê de jêderên çapemeniya cîhanî belav kirin ku ji duhê ve, dest bi vala kirina herêmên Rojhilatê Ukraynayê hatiye kirin.

Çapemeniya cîhanî belav kiriye ku li her du komarên Donetsk û Luganskê rayedar biryar dane daku şêniyên medenî werin derxistin û bo herêmên din yên di bin kontrola Rûsyeyê de werin veguhastin.

Ji aliyeke din ve duhê bi şev li navenda Donetskê jî teqîneke mezin li berdem navenda îdareya vê herêmê çê bûye.

Herwiha Serokê Amerîkayê Jeo Biden jî diyar kiriye ku Rûsye biryar daye vê Ukraynayê dagîr bike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.