Rewşa tendirostiya Rojhilatê Kurdistanê metirsîdare

heta niha li Kirmaşanê nêzî 3 hezar kesan canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Korona dîsa li Rojhilatê gelek zêde bûye.

Rayedarên tendirostî yên Rojhilatê Kurdistanê huşdarî didin û dibêjin ku Korona dîsa zêde bûye.

Li gor daxuyaniya rayedarên Kurdistanê niha rewşa tendirostî ya piraniya bajarên Kurdistanê gelek metirsîdare û piraniya bajaran ketine nava xeta sor ( metirsiya cidî) ya Koronayê.

Jiber zêde bûna Koronayê, debistan hatine daxistin û prosesa perwerdehiyê bi onlîne didome.

Rayedar herwiha daxwazê ji xelkê dikin daku pêbendî rêkarên tendirostî bin.

Li her du bajarên Sine û Kirmaşanê jî rewş gelek aloze bi tenê li Kirmaşanê nêzî 3 hezar kesan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî di nava nexweşxaneyan de tên dermankirin.

Her wisa li Sineyê jî rewş bi heman awayiye û rixmî can ji dest dana hijmareke zêde ji welatiyan, hevdem zêdetir ji 350 kesên din jî niha rewşa wan girane û li nexweşxaneyên bajarê de tên dermankirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.