Li Munichê behsa aloziyên navbera Ukrayna û Rûsyeyê tê kirin

ev du roje li Rojhilatê Ukraynayê liv û tevgerên leşkerî zêde bûne.
کوردستان TV
100%

Ev du roje konferansa ewlekariya Munichê destpê kiriye.

Yek ji mijarên serekî ya konferansa îsal ya asayîşa Munichê qirîz û aloziyên navbera Rûsye û Ukraynayê ye.

Di roja yekem ya konferansê de hin Serok û rayedarên welatan gotar pêşkêş kirin û balkêşandine ser metirsiya rewşê û bandora rewşa aloz ya deverê li ser ewlekariya Rojhilatê Ewrûpayê bi taybetî û cîhanê bi giştî.

Serok û Organîzatorê konferansê diyar kiriye ku heta niha ti carî metirsiyeke wisa mezin û cidî li ser ewlekariya cîhanê nebûye.

Serokê Rûsyeyê jî balkêşandiye ser vê yekê ku niha rewşa Rojhilatê Ewrûpayê gelek aloze.

Ev du roje li Rojhilatê Ukraynayê jî çekdarên cudaxwaz yên ser bi Rûsyeyê li dijî artêşa Ukraynayê dest bi liv û tevgerên xwe yên leşkerî  kirine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.