Hevdîtinên Serokwezîr li Munichê didomin

Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê behsa berfire kirina têkiliyên du alî kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê civiya.

Di çarçoveya serdana xwe yabo Munichê de, êwara îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand

Êwara îro înê 18ê Sibata 2022an li Municha Almanyayê li gel wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Xilûsî kara civiyan.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraqê û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê kir.

Her di heman civînê de me tekez li ser girîngiya hemahengiya navbera her du aliyan bo dabîn kirina aramî, aştî û ewlekariyê li deverê de kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.