Serok û Serokwezîrê Kurdistanê li gel António Guterres

rayedarên Kurdistanê behsa rewşa Îraq û Kurdistanê bo Sekreterê giştî yê NY kirin û daxwaza dom kirina hevkariyên NY bo Îraqê kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa gefên terorê û rewşa deverê hatiye kirin.

Îşev li Munichê Serokê herêma Kurdistanê û Serokwezîrê herêma Kurdistanê li gel Sekreterê giştî yê NY civiyan û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Di çarçoveya konferansa ewlekariya munichê de, êwara îro înê 18ê Sibata 2022an bi beşdariya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel Sekrterê giştî yê Netewên Yekgirtî António Guterres civiyan.

Di civînê de me gotareke kurt derbarê pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Îraqê bi giştî pêşkêş kir û spasiya piştîvaniyên NY yên bo Îraqê kir, bi taybetî rola UNAMI ya di nava hilbijartinên Îraqê de û hêviya dom kirina hevkarî kirin û piştîvanî kirina NY ji Îraqê bo çareser kirina kêşeyan kir.

Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser pêşhatên dawî yên rûbirû bûna terorê, gef û metirsiyên DIŞIê û tekez li ser vê yekê jî kir ku, hîn jî DIŞI metirsiyeke cidî û rastîne li Îraq û Sûriyeyê û gef li ser aramî û ewlekariyê dike.

Di beşeke din ya civînê de me behsa girîngiya hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê bo rûbirû bûna terorê kir û ev yek anî ziman ku lazime tevahiya me hevl bo vegerandina aramiyê bo Îraqê bidin, jiber ku bi alozî û nearamiyan prosesa siyasî rastî aloziyan dibe û bo vê yekê jî NY dikare hevkar be.

Me herwiha behsa xwesteke herêma Kurdistanê bo lidar xistina hilbijartinan di dema xwe de kir û balkêşande ser biryara dawî ya dadgeha bilind ya fedraliya Îraqê ya derbarê qanûna petrol û gazê ya Kurdistanê.

Herwiha nîqaş jî li ser egera serdana Sekreterê giştî yê NY bo Îraqê piştî ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê bo vê welatî mijareke din ya civînê bû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.