Serokê herêmê li gel wezîrê derve yê Siûdiyeyê civiya

Kurdistan dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Siûdiyeyê bihêztir bike.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Munichê de li gel wezîrê derve yê Siûdiyeyê Feysel Bin Ferhan Alsiûd civiya.

Di civînê de behsa rewşa giştî ya Îraqê hate kirin û wezîrê derve yê Siûdiyeyê tekez li ser vê yekê kir ku, welatê wî girîngiyeke taybet dide Îraqê û xwesteke welatê xwe bo vê yekê ku Îraq bibe xwedan pêgeheke bihêz nîşan da.

Ji aliyê xwe ve Serokê herêma Kurdistanê jî spasiya rola Siûdiyeyê kir û xwesteke Kurdistanê bo pêşde birina têkiliyan li gel Siûdiyeyê diyar kir.

Her îro Serokê herêma Kurdistanê li gel wezîrê berevanî yê Îtaliya, wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê, hevserokê partiya kesk ya Almanî jî civiya.

Biryare Serokê herêm û Serokwezîrê Kurdistanê bihevre li gel Sekreterê giştî yê Netewên Yegirtî jî bicivin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.