Balyozê Îtalya behsa kar û çalakiyên xwe dike

Nêçîrvan Barzanî dibêje em amadene li gor destûrê kêşeyên heyî çareser bikin.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokê herêma Kurdistanê civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Îtalyayê yê li Îraqê Mauritian Griganti kir.

Di civînê de Mauritian Griganti ku ev çend roje weke balyozê welatê xwe dest bikar kiriye, bi awayeke kurt beha kar û çalakiyên xwe yên bo pêşerojê kir û tekez li ser pêşde birina têkiliyên navbera Îtalya, Îraq û Kurdistanê kir.

Metirsî û gefên terorîstên DIŞIê û rûbirû bûna terorîstan mijarên din yên civînê bûn û balyozê Îtalyayê rêzdariya xwe ya li hember rola hêzên pêşmerge di şerê DIŞIê de diyar kir.

Di beşeke din ya civînê de Nêçîrvan Barzanî jî pîrozbayî li balyozê nû yê Îtalyayê Mauritian Griganti kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Nêçîrvan Barzanî jî xwesteka Kurdistanê ya bo pêşde birina têkiliyan di her warî de li gel Îtalyayê diyar kir.

Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa rewşa siyasî û ewlekariya Îraqê kir û balkêşande ser girîngiya hemahengî û operasiyonên hevbeş yên hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê yên li dijî terorîstên DIŞIê û amadebûna Kurdistanê jî bo çareser kirina kêşeyan li gel Bexdayê li ser esasê destûrê diyar kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.