Tirkiye welatiyekî Kurd radestî Îranê kir

ev çalakvanê Kurd çar sal bû li Tirkiyeyê dima û ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye girtin.
کوردستان TV
100%

Li Urmiyeyê di nava girtîgehê deye.

Çalakvanê siyasî yê Kurd Seîd Mîrzayî temen 45 sal ku demek beriya niha ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû girtin, radestî Îranê hatiye kirin.

Li gor zaniyariyên berdest, Seîd Mîrzayî niha li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê ye.

Nav hatî xelkê gundeke ser bi Urmiyeyê ye, demek li gel malbeta xwe li başûrê Kurdistanê maye û pişt re çûye Tirkiyeyê û çar salan li wir maye û ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye girtin û radestî Îranê hatiye kirin.

Îran jî Mîrzayî bi hinceta endam bûn di nava hizba demokrata Kurdistanê de xistiye girtîgehê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.