Îsraîl du dorneyên Îranî xistiye erdê

du roj beriya niha Îsraîl li esmanê Îraqê du dorneyên Îranî xistiye erdê.
کوردستان TV
100%

Îsraîl xwe bo rûbirû bûna êrîşên dorneyên Îranî amade dike.

Li gor nûçeyeke malpera can ya Îsraîlî, navenda berevanî ya spaha Îsraîlê ragihandiye ku ev bi her awayî xwe amade kirine ku bersifa her cure êrîşeke muhtemel ya dorneyên Îranî bidin.

Li gor çavkaniyê, navenda berevaniya spaha Îsraîlê diyar kiriye ku rayedarên Îranî gefa vê yekê dikin ku vê bi dorneyan êrîşî ser Îsraîlê bikin, lewre me jî amadekariyên xwe kirine daku bikaribin bersifên pêwîst bidin wan êrîşan.

Li gor heman çavkaniyê, du roj beriya niha Îsraîl kariye li Îraqê du dorneyên Îranî ku xwestine êrîşî ser Îsraîlê bikin bixe erdê.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.