Serok Barzanî li gel balyozê Îtalyayê civiya

Îtalya li gel hevpeymaniya cîhanî berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa siyasiya Îraqê û biryara dadgeha fedralî ya Îraqê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Îtalyayê yê li Îraqê Mauritian Griganti kir.

Di civînê de ku Konsulusê Îtalyayê yê li Hewlêrê Michele Camerota jî têde beşdar bû, her du aliyan giftûgo derbarê rewşa siyasiya deverê, Îraqê û pêngavên destûrî yên piştî civîna yekem ya parlementoya Îraqê yên bo ava kirina hikûmeta nû kirin û ramanên xwe yên derbarê biryarên dadgeha fedralî de diyar kirin.

Di berdewamiya civînê de balyozê Îtalyayê rêzdariya xwe ya li hember qurbanî dana hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku, Îtalya li gel hevpeymanan berdewam dibe li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.

Di beşeke din ya civînê de rixmî nirxandina têkiliyên du alî, hevdem tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina dostatiya navbera gelê Kurdistan û gelê Îtalyayê hate kirin.

Rewşa navxweyî ya Kurdistanê û hilbijartinên parlementoya Kurdistanê mijarên din yên civînê bûn û Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, hilbijartinên parlementoyê di dema xwe de têne kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.