Îsraîl dîsa êrîşî ser Sûriyeyê

heta niha Îsraîl derbarê êrîş û encamên êrîşê de ti daxuyanî nedaye.
کوردستان TV
100%

Li nêzî Dîmeşqê çend navendên leşkerî hatine bordimankirin.

Li gor çapemeniya rejîma Sûrî, duhê bişev artêşa Îsraîlê bi rêya mûşekan êrîşî ser Sûriyeyê kiriye.

Çapemeniya rejîmê diyar kiriye ku Îsraîl bi rêya mûşekan çend navendên leşkerî yên li nêzî Dîmeşqa paytext bordiman kiriye.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku, navendên rastî êrîşê hatine navendên çekdarên Îranî û hizbulaha Libnanê ne.

Heta niha artêşa Îsraîlê derbarê vê êrîş û zirarên êrîşê de ti daxuyaniyeke fermî nedaye û rejîma Sûrî jî behsa zirarên êrîşê nekiriye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.