Li Brazîlê herî kêm 104 kesan canê xwe ji dest dane

rayedarên Brazîlî dibêjin gelek kes jî wendane û mimkune hijmara miriyan zêdetir bibe.
کوردستان TV
100%

Jiber barîna barana bixor lehiyên mezin rabûne.

Li gor jêderên çapemeniya cîhanî, ev çend roje pêleke baran barîna bixor Brazîlya daye berxwe û li hin eyaletan bi taybetî li Rio de Janeiro lehiyên gelek mezin rabûne.

Rayedarên Brazîlî diyar kirine ku heta niha jiber lehiyan herî kêm 104 kesan canê xwe ji dest dane.

Rayedar herwiha balkêşandine ser vê yekê ku gelek kes jî wendane lewra fikarên wan hene ku hijmara miriyan zêdetir bibe.

Weke tê zanîn li heman deverê sala 2011an jî lehiyên mezin rabibûn û nêzî hezar kesan canê xwe ji dest dabûn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.