Li Îranê teqînek çê bû

lêkolînên derbarê sedemên teqînê de berdewamin.
کوردستان TV
100%

Herî kêm 18 kes di encama teqînê de bûne qurbanî.

Li gor çapemeniya Îranê belav kir ku, duhê bişev li taxeke Tehrana paytext teqînek di nava bînayeke sê tebeqî de çê bûye.

Li gor çapemeniya Îranê di encama teqîna han de herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest dane û 9 kesên din jî birîndar bûne.

Lêkolînên li ser sedemên teqînê didomin û heta niha rayedaran derbarê sedemên teqînê de ti daxuyanî nedane.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.