Îro cejna Xidir Elyase

di rojên cejnê de nabe nêçî were kirin û sewal werin serjêkirin.
کوردستان TV
100%

Li cem Kurdên Êzidî ev cejneke pîroz û biberekete.

Îro 17ê Sibatê roja cejna Xidir Elyas ya Kurdên Êzidiye.

Li gor ola Êzidatiyê, her kesek ku navê wî, vê, Xidir anjî Elyas be, lazime sê rojan bi rojî be, bi taybetî rojên duşem, sêşem û çarşem.

Roja pêncşemê jî dibe cejn û cejna Xidir Elyas jî li cem Kurdên Êzidî cejneke pîroz û biberekete.

Herwiha li gor ola Êzidatiyê di wan rojên cejnê de kesên ku rojî bûne, ji wan re qedexeye nêçîrê bikin anjî ti sewal û balindeyek ser jê kin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.