Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Qeterê hate kirin.
Di çaroveya serdana xwe ya bo Qeterê de, îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Qeterê Şêx Xalid Bin Xelîfe Elsanî civiya.
Di civînê de her du alî behsa rewşa siyasiya deverê bi giştî û ya Îraqê bi taybetî kirin û balkêşandine ser têkiliyên navbera Kurdistan û Qeterê û tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên han di her warî de kirin.
Weke tê zanîn Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Doheya paytext li gel Mîrê Qeterê, wezîrên enerjî û pîşesazî yên Qeterê jî civiya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin