Behsa rewş û pêşhatên deverê kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe yabo Qeterê de, li Doheya paytext li gel Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemd Elsanî civiya.
Di civînê de giftûgo li ser rewş û pêşhatên deverê û rewşa Îraqê bi taybetî hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Qeterê hate kirin.
Her di heman civînê de her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku lazime têkiliyên du alî werin pêşde birin bi taybetî di warê abûrî û bazirganî de.
Di dawiya civînê de her du alî li ser domandina civîn û hevdîtinên navbera her du aliyan hemfikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin