Li Şiladizê ji ber bombebarana balefirên Tirkiyê kesek şehîd bû

duhê bişev balefirên Tirkiyeyê devera Şiladizê bordiman kirine.
کوردستان TV
100%

Duh bişev ji ber balefirên şer ên Tirkiyê li sînorê nahyeya Şêladizê bombebaran pêkanîn kesek şehîd bû.

Rêveberê nahyeya Şêladizê Rizgar Ubêd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Duh kesekî bi navê Husên Heyder ê temen 45 salî, çûye gundê xwe yê li devera Nêrwe ya Rêkan a sînorê nahyeya Şêladizê. Lê mixabin bûye armanca balefirên şer ên Tirkiyê û şehîd bû.’’

Herwaha ragehand: ‘’Ew kese xelkê gundê Sîte ya ser bi devera Rêkan a nahyeya Şêladizê ye û duh piştî ku diçe gundê xwe, piştî çend demjimêran çarenivîsa wî diyar namîne. Derengê êvari kesûkarên wî diçin wî cîhî û li wê derê termê wî dibînin, ku ji aliyê balefirên Tirkiyê ve bûye armanc û şehîd bûye.’’

Rizgar Ubêd got: ‘’Em daxwaz ji xelkê xwe dikin hatûçûna wan deveran nekin ku metirsî li ser heye, ji bo ku jiyana wan nekeve metirsiyê.’’

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.