Dibêje Îran bawerî bi sozên ti kesî nîne.
Wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr Ebdulahiyan di hevpeyvînekê de li gel rojnameya FT behsa danûstandinên navbera Îran û welatên Rojavayî yên derbarê bernameya etomî ya Îranê kiriye.
Emîrebdulahiyan eşkere kiriye ku Amerka naxwaze guhê bide daxwazên Îranê û dixwaze bi gerentî û sozên ku nabe serî, Îranê bixapîne.
Nav hatî eşkere kiriye ku Îran bawer bi ti gerentiyeke devkî nake û lazime gerentî nivîskî û fermî bin û daxwaz jî ji kongrêsa Amerîkayê kiriye ku bo dubare derneketina Amerîkayê ji rêkeftinê, tişteke fermî û nivîskî bo raya giştî eşkere bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin