Îsraîl îhale neda kompaniyeke Tirkî

Îsraîl jiber sedemên ewlekarî nahêle kompaniyên Tirkî li bendera Heyfayê kar bikin.
کوردستان TV
100%

Ev kompanî dixwest li bendera Heyfa kar bike.

Di demekê de ku hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê de didomin, hikûmeta Îsraîlê biryareke ecîb der kir.

Hikûmeta Îsraîlê ragihandiye ku jiber sedemên ewlekarî rê nade kompaniya Tirkî ya bi navê Yildirim beşdarî di îhaleya kar kirinê li bendera Heyfa ya Îsraîlê de bike.

Ev kompaniya Tirkî sala 2020an daxwaz ji hikûmeta Îsraîlê kiribû daku karûbarên bendera Heyfa ku benderê herî mezin yê Îsraîlê ye û weke deriya yekane ya Îsraîlê bo cîhanê tê nasîn, bide vê, lê hikûmeta Îsraîlê jiber sedemên ewlekariyê ev daxwaza han red kir.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.