Nêçîrvan Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê civiya

Nêçîrvan Barzanî dibêje lazime hilbijartin di dema xwe de were kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraq û têkiliyên Kurdistanê li gel Brîtanyayê hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Bexdayê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de giftûgo li ser prosesa siyasiya Îraqê, hilbijartinên prlementoya Îraqê, yekem civîna parlementoyê, hewldanên hilbijartina Serokkomar nû yê Îraqê û ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin û tekez li ser girîngiya piştîvaniya civaka cîhanî li Îraqê hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî pêşkêş kirina gotareke kurt derbarê rewşa Îraqê de, tekez li ser vê yekê kir ku Îraq û Kurdistanê pêdiviya wan bi aramî heye, daku bikaribin bernameyek cîhbicîh bikin ku li gor berejwendiyên tevahiya pêkhateyên Îraqê de be.

Di berdewamiya civînê de her du alî tekez li ser bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê kir û şanda Brîtanî jî spasiya Nêçîrvan Barzanî kir jiber hewlên wî yên bo bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê de.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê, têkiliyên navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê, hilbijartinên parlementoya Kurdistan û prosesa nivîsandina destûra herêma Kurdistanê hate kirin.

Nêçîrvan Barzanî li ser vê mijarê jî tekez li ser vê yekê kir ku, Kurdistan dixwaze hilbijartin di dema xwe de were kirin û lazime destûr jî komkerê tevahiyan be û lazime bo vê yekê hemahengî li gel Bexdayê were kirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.