Pirtûkek balkêş li ser mûzîka Hewramî hat weşandin

di nava pirtûkê de bi zelalî behsa dîrok û asta hunerî û reseniya mûzîk û stiranên Hewramî hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

 

Pirtûk ji 580 rûpelan pêk hatiye û du beşe.

Nivîskar û lêkolerê Kurd Dara Mihemed Osman Hewramî, di xebateke bê hempada kariye berhemeke nû û balkêş li ser mûzîka Hewramî û dîroka mûzîka Hewramî amade û çap bike.

Navê pirtûkê, Dîroka Mûzîka Hewraman e. nivîskar di pirtûka xwe de piştî lêkolîneke berfire behsa dîroka mûzîka Hewramî ya resen, çawetiya nivîsandina awaz û stiranên Hewramî bi berfirehî kiriye.

Nivîskar rixmî ku hewl daye rûya rastîn ya mûzîk û sitranên Hewramî nîşanî xwendekaran bide, hevdem behsa sitran, helbest û awazên Hewramî û dîrok û çavkaniya wan jî kiriye.

Di beşeke din ji pirtûkê de bi zelalî behsa jiyan û asta rewşenbîriya mûzîkvan û hunermendên Hewramanê hatiye kirin û sitran û mûzîkên ku bi resen xwedan rîşeya Hewramî ne hatine diyarkirin.

 

Çand û Huner Edeb

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.