Volodymyr Zelensky: Sibê roja yekdengiya nîştimanî û şer e

artêşa Rûsyeyê ketiye amadebaşiyê û li benda fermana lêdanê ye.
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Ukraynayê gotarek pêşkêşî xelkê kir.

Serokkomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di gotareke xwe de yaku pêşkêşî raya giştî ya welatê xwe kiriye, ragihandiye ku sibê 16ê Sibatê, roja yekdengiya nîştimanî dibe jiber ku eger heye sibê Rûsye dest bi êrîşên xwe bike.

Volodymyr Zelensky diyar kiriye ku li gor zaniyariyên berdest, vê 16ê Sibatê Rûsye dest bi şerê dijî Ukraynayê bike, lê xelkê Ukraynayê, şer naxwaze belku aştî dixwaze û bi aştiyê jî amadeye şer bike.

Ji aliyeke din ve kanala SBC diyar kiriye ku artêşa Rûsyeyê xwe bo êrîşê amade kiriye û Amerîkayê jî dîplomat û karmendên xwe ji paytext bo bajareke din ya Ukraynayê veguhastiye.

N: E. G

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.